Sine/ Qîrîna Kobanê demeke nêz diçe ser ekranê+Wêne

20:08 - 7 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Şanoya ”Hawara Kobanê”bi nivîsîn û derhêneriya Efşîn Xidrî, li zanîngeha Kurdistan a Sineya rojhilatê Kurdistanê, dê bê ekran kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şanoya “Qîrîna Kobanê ” di heft tabloyên cihê reng de -Bi awayê listikeke şanoyî, dê rojên dawîn ên sibata evsal de here ser dikê.

Di wê şanoyê de hovîtiya rêxistina ne mirovane a DAÎŞ’ê, koçberî, kuştina jin, zarok û mêrdên Kobanê û Şengalê, dê bi zimanê Kurdî bê şirove kirin û bi lîstikek tiyatroyî bê nîşan dan.

Ew tiyatro berhema girûpa“Tîk tak” bi beşdarbûna Semen Nasirî ye ku dê hefteyên pêşîya me de here ser ekranê temaşevanan.

\"25201.jpg\"
Şanoya “Hawara Kobanê” dê heft tablêtên cihê reng de li zanîngeha Kurdistanê here ser dikê
Mêhran Mekarî, Secad Eskerî, Siyeweş Cedîdî, Ramiyar Behmenî, Zana Rostemî, Kiyanûş Gul siruşt, Salar Kenanî, Pêjman Bîgî, Sarîna Penahîde, Hedîs Muradî, Seîde Soma Husênî, Sara Roşenî, Narîn Mohemmedî û Bijwîn Rendî, ji wan lîstikvanan e ku dê wê tiyatroyê de rol bilîzin.

Kobanê 26’ê çileya paşîn a 2015’an, bi berxwedaneke bêhempa ya 4 mehane ji aliyê şervanên YPG û YPJ, herwiha alîkariya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û balafirên koalasiyon ve, ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgar kirin.

Di dema koçberbûna hemwelatiyên Kobanê de, welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê bi lidarxistina kampaniyayên piştevanî kirinê û komkirina alîkariyên madî, piştevaniya xwe bi gelê Kobanê re nîşan dan.

Her wiha di piraniya bajarên Kurdistanê û cîhanê, berxwedana dîrokî a Kobanê bilind hat nirxandin; di piraniya bajarên rojhilatê Kurdistanê, hejmarek çalakvanên siyasî û medenî ku bi destekkirina berxwedana Kobanê hatibûn binçankirin, heya niha jî hejmarek ji wan bin çavdêriya hikûmeta Îslamiya Îranê de ne.

\"25196.jpg\"

\"25195.jpg\"

\"25198.jpg\"

\"25194.jpg\"

\"25199.jpg\"

\"25200.jpg\"