Sine/ Nîga hat nav wêjeya Kurdî+Wêne

18:35 - 4 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanên çandî û hunerî ên Kurdistanê li Sine, rêbazeke nû bo birêve birina çalakiyan, girtin ber xwe.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, encûmeneke negirêdayî hikûmetê bi naskirina pirsgirêk û astengiyên hember saziyên din ên çandî û wêjeyî li Sine a rojhilatê Kurdistanê, rêbazeke nû ya çalakiyan li biyav( zemîne) ên çandî û wêjey (edeb) î de hilbijart.

Ew naven doh bi navê Encûmena wêjeyî- Hunrî û çandî a”Nîga”hat ava kirin.

Berpirsê Encûmena çandî -Hunerî- Îrec Îbadî, di peywendiyeke telefonî ligel peyamnêrê Kurdpa, got: ”Saziya “Nîga” ji hejmerek helbestvan, nivîskar û wejevan ên Kurdistanê pêkhatiye ku armanca wan xizmetkirin bi çand û hunera Kurdî ye.

Îrec Îbadî-di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir: Piştî vê yekê ku kêmasiyên çalakiyên berê ên hunerî û çandî bi me re hatin eşkere kirin, em gihîştin vê baweriyê ku divê amadekariyek nû bo rêxistina çand û hunera Kurdî bê kirin.

\"24540.jpg\"
Îrec Îbadî- Serpereştê Encûmena edebî û çandî a“Nîga”
“Nîga” li zimanê Kukrdî bi wateye “dîtin” tê bikar anîn.
Civîna roja sêşemî (3/1/2015’) an li navenda Çandî û huneriya “Torinc” hat lidarxistin.

Îbrahîm Ehmedî niya, Zeyneb Yusifî, Şah Husên Seîdî, Menûçêhr Kêxusropûr û Emîr Rastîn, ji emdan û çalakvanên heyeta bireveber a Encûmena Edebî û Hunerî a Nîga tên hejmartin.

Dr. Msûd Bînende û Îsmaîl Eizemî, ji kesayetiyên din ên amadekarên Encûmena nav borî ne ku rexne û pêşniyarên xwe radestî wê saziyê kirin.

\"24544.jpg\"

\"24543.jpg\"

\"24542.jpg\"

\"24545.jpg\"