Sine/ Meşek bi boneya hefteya dijberîkirin ligel madeyên hişber

15:04 - 13 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Duh danê sibehê li Dûşana ser bi Sineya rojhilatê Kurdistanê, meşek ji aliyê hemwelatiyan ve, jêr navê dijberîkirin ligel madeyên hişber, hat lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di wê hereketa qaşoyî madeyên hişber li Sine ku duh 12 hezîranê hatbû lidarxistin, hejmarek berçav ji şêniyên wî bajarî beşdarî kirbûn.

Yek ji beşdarên wê meşê li Sine ji peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Armanc ji birêvebirina çalakiyên bi wî rengî, pirsa madeyên hişber û li aliyê din balkişandina berpirsyarên hikûmetî bi devera Dûşanê bû.

\"26950.jpg\"
Meşa rûniştvanên Dûşan bi bûneya dijberîkirina madeyên sirker
Ew rêpîvana bi munasibeta hefteya dijberîkirin ligel madeyên hişber ku ji aliyê karbidestên hikûmeta Îranê ve hatiye binavkirin, hatibû lidarxistin. Bi gelemperî çalakvanên sivîl li Îranê dema çalakiyan lidar dixin, ji bûneyên taybet ên ji aliyê hikûmetê ve hatine binvakirin, mifah werdigrin.

Di wê meşê de ku şêniyên Dûşana Sine bi meşekî xwestibûn bala karbidestên hikûmetê bikişîn in, girûpa hunerî a “Kural ”jî beşdarî kirbû.