Sine/ Karkerek nivîşkan bû

18:50 - 18 Adar 2015
Ajansa Kurpa: Karkerekî rêveberî (îdare) ya Elektirîk a bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê, di dema bûyerke kar de, du endamên leşê wî herişîn û ew bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedema kevin û nestandard bûna alavên elektrîkî ên kar û şixul li rojhilatê Kurdistanê, karkerek ji hilkişêr (asansor) ê kevte xiwar û du endamên leşê wî şikiyan.

Ew bûyer duh 17’ê adara 2015’an, di dema guhertina têl (sîm)ên elektirîkê li meydana Azadî (Îqbal) a Sine pêkhat.

Raporta gihîştî ajansa nûçegihaniya Kurdpa tevî erê kirina vê nûçeyê ragihand: Kedkarê rêveberiya Elektirîka Sine, dema siwarî asnsorê dibe; bi hilweşîn û jihev belavbûna makîneya hilkişêr (asansor), karkerê wê îdareyê dikeve xwar û bi tundî diherişe.

ji rewşa tendirustiya wî karkerê Kurd agahiyek bi dest nekevtiye, lê peyamnêrê Kurdpa bi girtina wêneyên kesê hatî astengdar kirin ragihan: Ew karker ji hêla dest û pê ve seqet û kêmendam bûye.