Sine; Lêdan, azar û îşkencekirina rojnamevanekî ji aliyê hêzên ewlehî ve

18:13 - 23 Îlon 2022

Roja Pêncşemî 30ê Xermananê, rojnamevanê xelkê Dîwanderê “Cebar Destbaz” li çarrêya “Sîrûs” a bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî îşkence, azar û lêdanê hat.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew rojnamevanê Kurd demjimêr 11ê roja Pêncşemiyê, li dema çon bo Dîwandereyê, li çarrêya “Sîrûs”ê, ji aliyê 4 kes ji hêzên ewlehî ve hat azadran û  îşkencekirin.

Herwisa vê çavkaniyê ew jî daye zanîn ku piştî lêdana wî rojnamevanî ji aliyê hêzên ewlehî ve, wan hêzan hewla binçavkirina “Cebar Destbaz” dan lê, welatiyan derfeta binçavkirina wî rojnamevanê Kurd bi hêzên ewlehî re nedan.

Ew rojnamevanê Kurd di vê bûyerê de dest û pêyên wî birîndar bûne.