Sine; Berdewamiya binçavkirin û nexuyayiya qedera Elî Ellahweysî

17:31 - 7 Hezîran 2021

Çalakvanekî medenî yê bi navê “Elî Ellahweysî”, xelkê bajarê Sineyê, her di girtîgehê de ye û ji qedera navbirî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, heya niha lipeykevtina malbata wî çalakvanê medenî bo zanîn ji qedera navbirî bê encam maye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew welatiye di heyama binçavkirinê de li “destpêragihîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

Roja Şemî 18`ê Banemer, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew çalakvanê medenî li bazara Sineyê binçav kiribûn û piştre navbirî bo cihekî nexuya veguhastibûn.

“Elî Ellahweysî”, ji dakokîkarê mafê destfiroşên bajarê Sineyê ye.

Ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî çalakvanê medenî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.