Şînava wek bûyereke diltezîn tê bîranîn

18:25 - 7 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: 6’ê Çileya Pêşîn a ev sal, 2 sal bi ser bûyera dibistana gundê“Şînava”ya Pîranşehr li rojhelatê Kurdistanê re derbas bûn lê berpirsên hikûmeta Îranê tu hengav bo piştevanî kirina qurbaniyên bûyerê hilnegirtin e.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekê de ku biryar hatibû dayîn hefteya borî xwînbeha (diye)ya kamîl a keçên Şînavayê bê dayîn lê bi gotina Mirad Meirûfî bavê yeke ji wan qurbaniyên Şînava , heya niha tu hewlek derbareya wê bûyerê de ji aliyê hikûmeta Îranê ve nehatiye dayîn.

Keçên Şînavê heta niha bi 3 caran hember navenda serkomariyê a bersiv dan bi pirsgirêkên hemwelatiyan (Deftera serkomarî) li Tehranê ketine gireva birçî bûnê de.

Osman Muzeyên parêzerê keçên Şînava ragihand: Sarîna resûlzade û Seyran Yêgane ku di bûyera dibistana Şînava de jiyane xew winda kirin, tenê nîva xwînbehayê bi malbata wan hat dayîn.

Muzeyen derheq nîva Diyeya wan keçane de got: Di yasaya hikûmeta Îslamiya Îranê de “dîye” bo kur û keç wek yek dimîne lê eger di 3 yan yek zêdetirbe, wê demê bi vîn dibe ango di egera wê yekê de ku diya keçekî %34 be , tenê %17 pê tê dayîn.

Wî parêzerî got diyeya wan keçane ji nîvê zêdetir bû lê mixabin sala borî 7 malbatên Şînava ligel dana nîvê diyeyê rêkeftin û ew pere wergirtin.

Osman Muzeyen di dirêjeya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku bi sedema girêbesta wezareta Perwerde û hînkirinê ligel mûdîriyeta teimînat(bîme) divê 150 milyon diye bê dayîn lê diyeya Şînava ji wê zêdetir e.

Roja 6’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, 37 xwendevanên keç ê dibistana seretayî, bi sedema agir pêketina dibistanê li gundê Şînava, ser bi Pîranşehra rojhalatê Kurdistanê şewitîn ku ji wan 2 kes bi navên “Seyran Yigane”û “Sarîna Resûlzade” jiyana xwe ji dest dan.

Rexma wê yekê ku heya niha tu hengavek ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo çareser kirina pirsgirêkên wan keçane nehatiye dabîn kirin, heya niha jî di nimêj xane yê de dersê dixwînin.

\"23496.jpg\"

\"23495.jpg\"

\"23497.jpg\"

\"23498.jpg\"

\"23499.jpg\"

\"23494.jpg\"