Simko Xurşîdî, girtiyê siyasiyê Kurd, bi sêdarê dan

14:37 - 18 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: girtiyik siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Seqiz, ku ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de hukmê sêdaredanê pêdabûn, li girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan, bi sêdarê dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Simko Xurşîdî, 32 salî, Kurê Feyzulla, ji xelkê şarê Seqiz, ku bi tometa dijatî tev Xwedê, Şerê Çekdarane û Endametî li yekik ji partoyên Kurdan yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, sizaya sêdaredanê sere sepandibûn, hukmê vî Îro, Pêncşem, 17 Nîsan, 28ê Xakelêwe( 17 April 2014), bi rê ço.

\"19420.jpg\"
Simko Xurşîdî, girtiyê siyasiyê Kurd, li girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan, bi sêdarê dan
Serekanyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; termê Vî girtiyê siyasiyê Kurd, dane malbata Vî ku rûniştiyê Bulwara Wehdeta şarê Seqizin.

Simko Xurşîdî, li Xakelewa sala 1390a rojî de bi birîndarî, hate girtin û paşî mideyik ragirtin li girtîgehên şarê Sinê û Seqizê, ji aliyê şaxa 1a dadgeha inqilaba şarê Seqizê de, bi birê birina dawer şayiq, hukmê sêdarê jêre birîn.

Ev Girtiyê siyasiyê Kurdê ji xelkê şarê Seqiz, pêştir endamê yakik ji partiyên Kurdan yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Çranê bû ku, paşî zivirîn bi welatê Îranê hate girtin.

Ji aliyik din de û gorekî raporta gihîştî, sibêzûya roja Şarşem, 27ê Xakelêwe, 16 Nîsan, welatiyik ji xelkê gundê Jinîn li dewera Sevlava, li girtîgeha sêntrala şarê Sinê bi sêdarê dabûn.

Tê gotin: ew welatiyê Kurd, midê 8 salan bû ku li girtîgeha sêntrala şarê Sinê de, bi tometa kuştinê, li hewsê de girtî bû.