Simînarek li ser Zimanê Kurdî li Tehranê birêveçû

15:51 - 14 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Simînarek li ser zimanê Kurdî û bingeha wî zimanî li naw zimanên din yê Îranî,bi pişikdariya hejimarek ji kesayetiyên Wêjeyî û mamostayên zanîngehê li Tehranê birêveçû.

Di despêka simînarê de “Mîr Celalrdîn Kezazî”mamostayê zanîngehê ragehand:Neteweya Kurd yek ji Netewên herî resen û kevnar li Îranê deye û bi yeqîn em dikarin bêjin Îranîyên rastîn Kurdin.

Ew mamostayê zanîngehê li dirêjiya qisedana xwe de îşare bi Ferheng û Wêjeyê li wilatê Îranê kir û Netewa kurd wek yek ji parêzerên Ferheng û Wêjeya kevnar a Îranê da nasandin.

Li gorî rapora nûçegihaniya Mêhr, Kezazî bas ji resenayetiya zimanê Kurdî kir û got: Zimanê Kurdî bingeh û çiq di nawa hemû zimanên Îranî de heye û kartêkerî li ser wan wan zimanan heye û niha jî gelek peyvên Kurdî di nawa wan zimanan de hene ku Kurdî ne.

Li pişkek din a simînarê de “Telat Tahir Mihemed”berpirsyarê pişka wêje û zimanê Farisî li zanîngeha “Sellahedîn”a Hewlêrê basek li ser pêywendiyên zimanê Kurdî û Farisî pêşkeş kir û dîroka wan zimanan bo pişikdaran şirove kir.

Simînara han roja Sêşem berwar 11’ê Şibata 2013’an li Kolêja Wêje û Zanistên Mirovî a zanîngeha Tehranê li jêr nave “Zimanê Farisî û Dîroka bi kar anina wî zimanî li Herêma Kurdistanê” birêveçû.