Silêmanî, rêpîvana protesto kirina sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd li Îran

12:11 - 10 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: man girtina xebatkarên siyasî û jornalîstên Kurd li şarê Silêmanî li herêma Kurdistan-êraq, paşî 4 rojan kuta bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî, hevdem tev xwe nîşandana protesto kirinê li şarê Hewlêr, xebatkarên siyasî û jornalîstên Kurd ji Kurdistana Îranê yên rûniştiyên Herêma Kurdistan ku ber derê nûneriya Parlimana Kurdistan li şarê Silêmanî man girtibûn, kutayî bi man girtina xwe anîn.

Ev mangirtina li roja Sêşem û paşî sêdaredana Şêrko Mearifî despêkir û li vî mideyî de ji aliyê pitira xebatkarên çandî û jornalîstên Kurdên her 4 aliyê Kurdistanê piştgirî jê hate kirinê.

\"16656.jpg\"
Komas Şabazî: ew xwe nîşandana roja borî bi despêkirina zûka kempêynê “ Na bo kuştina siyasî li rojhilatê Kurdistanê” bi rê ço.
Yekik ji birêberên vê man girtinê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: kesên man girtî li şarê Silêmanî bi hilgirtina plakard û şermezar kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd, ji xiyawana “ Salim” heya ber derê bîroya nûneriya Parlimana Herêma Kurdistan, duruşma “ Na bo sêdarê” dane.

Komas Şabazî basa hindê jî kir , “ ew xwe nîşandana roja borî bi despêkirina zûka kempêynê “ Na bo kuştina siyasî li rojhilatê Kurdistanê” bi rê ço.

Ev xebatkarê siyasî ser nivîsa kutayiya xwe nîşandana roja borî li Silêmanî, got: em vê nivîsê rû bi serokê Herêma Kurdistan û serokê hukûmeta Herêm me xwestiye ser sîpelên bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd li rojhilata Kurdistanê helwîst bigrin û hevdem daxwaz ji Parlimana Herêma Kurdistanê jî kiriye ku komîteyik ser bi dû çona bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd li Îranê bînin pê.

Şabazî li bara piştgiriya part û rêxiravên siyasî li vê man girtina 4 roja xebatkraên siyasî û jornalistan li şarê Silêmanî, got: pitir ji 12 rêxiravên siyasî li pişkên cidayên Kurdistan piştgiriya xwe ji man girtinê kirin û hejmarik berçav ji artîst, nivîskar û welatiyên Herêma Kurdistanê jî hatin cê man girtinê û piştgiriya xwe ji kesên man girtî ragihandin.

Xweşanîdan û man girtina roja borî li şarê Silêmanî, hevdem tev xweşanîdana protesto kirinê li şarê Hewlêr bi rê ço ku xêncî dana duruşma “ Merg ber aslê wilayetê feqîh( bimre bingeha wilayeta feqîh)”, konsolxana hukûmeta islamiya Îranê li pêtexta Herêma Kurdistan dane ber keviran.
\"16650.jpg\"

\"16649.jpg\"

\"16648.jpg\"

\"16652.jpg\"

\"16651.jpg\"

\"16653.jpg\"

\"16655.jpg\"