Silêmanî \\ proja “ Pûrname” midê 4 heyve karmiza 500 karkerê Kurd û Îranî nedaye

01:22 - 28 Çirriya pêşîn 2013
ajansa Kurdpa: zêdetir ji 500 karkerên Kurd û Îranî li proja av û rêgewbanî( rêkewanî)a şarê Silêmanî, midê 4 heyvane ku karmiz bi wan nedane.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina yekik ji karkerên proja av û rêkewaniya şarê Silêmanî, xwedîkarê vê projê, midê 4 heyvane ku ji dana karmiz û xizmetkarî bi karkeran xwe ragozane.

Ew karkerê Kurd got jî: her karkerik ku ser vê zulma xwedîkar protesto bike, cîde ji kar tê derxistin, ber hindê heya niha karkeran çi helwîstik hember bi xwedîkar de çinebûne.

Şirketa “ Pûrname” taybet bi karê av û rêkewaniye û ser xiyawana “ Mamostayan”a şarê Silêmamî deye û du kesên ji Tirk û Îranî bi navên “ Mehdî Pûr û Emîn”, xwediyê vê projêne.

Ew karkerê Kurd ku nexwest navê wî ashkira be, basa hindê jî kir ku “ bi hegera ji hev belaw bûn û nebûna hevgirtinik ni nawbera karkerên vê şirketê, hêza bi rê birina man girtinê me çinine, ber hindê, xwediyên projê jî çi bersivik nadin me.”

Navbirî got jî: li sedem bêkariya bê sînor ku li welatê Îranê heye, me rû bi Herêma Kurdistanê kiriye, lê bi hegera nebûna yasayik bo piştgirî ji karkerên biyanî, xwedî kar bi eşkere zumlê bi me dikin.

Li midê çend salên borî de, bi 100an welatiyê Kurd ji xelkê herêmên Kurdistaniyên Îranê bi hegera nebûna derfeta kar, rû bi şarên Herêma Kurdistan kirine û gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li midê 7 heyvên borî de 8 karkerên Kurd ji xelkên Herêmên Kurdistaniyên Îranê li sedem qewimiyêm curbicur li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.