Şikayet li NY ser hepsa Zeyneb Celaliyan li Îranê

18:58 - 9 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Du navendên Parastina mafên mirovan, şikayetek li Saziya Neteweyên Yekbûyî ,li ser girtina 7 sale a Zeyneb Celaliyan ji aliyê hikûmeyta Îranê ve, tomar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurpa, binçav kirin û hepsa dirêj heyam a Zeyneb Celaliyan take jina siyasî a Kurd ku ji aliyê Îranê ve bi zindana heta hetayî tomet bar bûye, li gel berteka Saziya Dadperwerî bo Îranê û Saziya Qerebûkirnê rû bi rû bû.

Ew du navendên parastina mafên mirovan (Qerebû û Dadperwerî bo Îranê) xwestin doseya wê jina siyasî a Kurd lêkolîn ser bê kirin û bi dadperwerane gengeşe ser bê kirin.

Di şikayeta hiqûqî ya wan du navendên parastina mafên mirvon de ( ser hepsa 7 sale ya Zeyneb Celaliyan) hevdem ligel Roja Cîhanî a jinan hatiye: Girtina bê belgename û tundajo, eşkevceya bizor bo vergirtina îfadeyan, nebûn û destnegihîştin bi parêzeran, darizandina ne dadperwerane, pêşî girtin ji hevdîtin bi malbatê re û dest negihîştin bi derman û pêdiviyên pizîşkî, ji wan haletên binpêkirina mafên mirovan li doseya Zeyneb Celaliyan tên herjmart in.

\"25280.jpg\"
Zeyneb Celaliyan yeke jina Kurd a siyasî û mehkûm bi zindana hetahetayî li Îranê
Du navendên hiqûqî “Qerebû kirin” û “Dadperwerî bo Îranê”bi nîşandana dilgiraniyan, eşkenceyên neyasî derheq Zeyneb Celaliyan a 23 salî şermizar kirin û li Saziya Neteweyên Yekbûyî xwestin ji Îranê bxwezin dev ji eşkence û bêrêzîkirin bi zindaniyan berdin û hukmê heta hetayî ku bo Zeyneb Celaliyan pesend kirin e, bidin sekinandin û îbtal bikin.

Qerebû ” Redress” yek ji binav bangtirîn Saziyên mafên mirovan e û navenda wê li Londonê dimîne. Wê navendê di heyamê 20 salên borî de bo pêkanîna dadperwerî û rakirina eşkenceyan li hemû welatên cihanê çalakî kirin e.

Eva yekem car e ku raporteke bi zimanê farsî bo hikûmeta Îranê li ser doseya Zeyneb Celaliyan û binpêkirina mafên mirovan tê belav kirin.

Wan du navendên parastina mafên mirovan herwiha xwestin eşkenceyên ku bi Zeyneb Celaliyan hatinî kirin bên qerebû û telafî kirin ;dest û peywendiyên elaqedar bi doseya Zeyneb celaliyan; tevahiya wan kesên ser bi hêzên ewlekarî, berpirsên qezayî û karbidestên zindanê li welatê Îranê, divê bên darzandin. Nemaze Qazî Moradî -Serpereştê liqa yekem a Dozgeriya Şoriş (înqilab) a Kirmaşanê û Elî Mohemmed Roşenî - Qazî û serdozgerê dadgeha Pêdeçûnê jê bila bersiva wan hemû eşkenceyan bide û raya giştî agahdar bike.

Zeyeneb Celaliyan beriya niha bi 7 salan li ser riya Kirmaşan – Sine, ji aliyê hejmarek hêzên bi kincên şexsî ên hikûmeta Îranê ve hatibû girtin û ew bo zindana Meydana Neft a Kirmaşanê birê kiribûn.

Celaliyan bi alîkarî û peywendî ligel partiyeke Kurd (PJAK) ya opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê û derketin hember Xwedê (miharibe) hatiye tomet bar kirin.

Navborî payîza borî ya evsal, bo zindana Xoy a rojhilatê Kurdistanê hat veguhestin.