Kamyaran; Binçavkirina bereday û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Enwer Qurbanî
2ê Banemera 1405an a Rojî; Tevî derbasbûna 28 rojan ji binçavkikrina bereday ya Enwer Qurbanî, welatiyekî Kurd ê xelkê Kamyaran, hîn, tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtina bi malbata xwe bêpar maye.
Çavkaniya agahdar zêde kir: Hewldanên malbata Enwer Qurbanî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane.
Roja Çarşemê, 25ê Xakelêweya 1405an a Rojî, Enwer Qurbanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadgehê û bi karanîna tundûtûjiyê di mala şexisî de hate bionçavkirin. Piştî lêgerîna malê, hêzên ewlehiyê hin tiştên wî yên şexsî dest biserde girtin û ew birin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatine kirin de ti zanyariyek li ber dest nîne.