Şifêrên Taksiyan ê bajarê sine dest bi grieve kirin

14:12 - 27 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:hejimarek ji Şifêrên Taksiyên bajarê Sine seva giraniya kirina alavên tirpmbêlan dest bi grievê dan.

Li gorî nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya Kurdpa,sibêdeya roja Şemî 7’ê Rêbendanê hejimarek berçav ji şifêrên Taksiyên bajarê Sinê seva giran bûna Benzîn û alavên tirombêlan û her wisa kêm bûna qimeta kirêya taksiyan,li kolana “Şahpûr”dest bi girevê kirin.

Şahideke bûyerê bi Ajansa Kurdpaê ragehand:piştî gireva şifêran, serokê belediyê û berpirsyarê şivra hat û çûna bajêr serdana wan kirin û bi wan ragehandin ku eger dawiyê bi mangirtina xwe bînin dê xwestekên wan bihên cî bi cî kirin.

Xolamriza Bexşî Zade berpirsyarê” Yeketiya Firoşyarên Alavên Tirombêlan”li ser sedema giran bûna alavan ragehand,nirxa alavan %20 zêde kiriye û ew yek di demekê deye ku zaf ji bazirganên alavên tirombêlan dibijên ku qimeta alavan %100 zêde kiriye.