SIBÊ DÊ FISTÎVALEK NAVNETEWÎ LI MÎDYATÊ BÊ LI DAR XISTIN

15:53 - 30 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Sibê 31’ê Heyva Tebaxê Biryar e Fistîvalek Hunerî li Midyat a Mêrdînê bê li darxistin.

Li gor nûçeyê ku rojnameya “Evro” weşadniye, Sibê dê li herêma Midyata bajarê Mêrdînê Fistîvalek binavê “Midyat”ê dest bi karê xwe bike.

Dê wê fistîvalê de biryar e ku Tîpên Hunerî li 169 Welatan beşdariyê bikin.

Tîpa Huneriya “Şariya” a Duhokê dixwaze bi nonertî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve beşdarî wê Fiustîvalê bibe.

Desteya bi rêveberiya wê fistîvalê biryar daye ku piştî bi domahî hatina wê fistîvalê, xelatên Aştiyê jî li ser nonerên wan welatan de piş bikin û ji bo Kurdan jî beryar e bi Navê Mela Mistefayê Barzanî bê dayîn.

Heya niha çi Tîpekê li Kurdistana Îranê Amadeya xwe bo beşdarî di wê fistîvalê de nîşan nedaye.