Seyrangehên Sine bûn meydanên perwerdeya leşkerî a Îranê

14:16 - 15 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Mifah wergirtin ji seyrangeh û mekanên xwezayî yên Kurdistanê bo gule avêtin ji aliyê (hêzên leşkîrî ên hikûmeta Îslamiya Îranê) ve, dilgiraniya Kurdên rûniştî ên bajarê Sine bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, leşkera 28 a peya ya Kurdistanê li Sine, heyamek e, çend meydanên guleavêtin, perwerde ya leşkerî û rahênanan, li seyrangehê wî bajarî de lidar xistin e ku dengê gule û qerbalixa serbaz û eskeran, ligel nerazî bûna hemwelatiyan rû bi rû dibe, ji ber vê dilgiraniya xwe bi vê kiryara hikûmetê re eşkere dikiin.

Peyamnêrê nûçegihaniya Kurdpa li zarê welatiyekî li Sine ragihand: Cihên wek Awye û Xeyrezne(Xidire zindû) bûne meydana gule avêtina leşkerê 28 ‘ê Kurdistanê û ew tu ewlekariyên parastina jiyana derdorê berçav nagrin.

Welatiyê han qala wê yekê jî kir ku serbarê dengê avêtina guleyan, piraniya caran ziblên qereqol(padigan)an bi awayekî berçav tendurustiya dever û jîngehê ber bi xetera ji nav çûn ê re rû bi rû dike.

Di dema îroyîn de bi sedema mezin bûna bajarê Sine, cihên gule avêtin û qereqolên hikûmeta Îslamya Îranê nêzî cihê rûniştina xwelkê sivîl bûne û eva jî xwelkê deverê re bûye pirsgirêkek û bandoreke xirab li ser jiyana wan kiriye.

Heyamekî beriya niha Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê, li nêzî ”Girdkaşan”a bajarê Şine, mekanekî berfireh li zozanên wî gundî kirnibûn cihê gule avêtinê.

Hêjayî gotinê ye ku ew kiryara Sipaha pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îaranê, bi bê pirsa hamwelatî û rûniştiyên gundê navborî, hatibû encam dan.
\"23601.jpg\"