Seyrangeha herî xweşik ya bajarê Merîwanê dinava agir de şewitî

15:49 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Seyrangeha çiyayê “Feyleqûs”ku yek ji bedevtirîn seyrangehên bajarê Merîwanê tê hejimartin, ji aliyê kesekî derfetxwaz we dinava agir de şewitî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa û li gor gotinan şahidek xelkê herêma Merîwanê, pitir ji 300 ji daristan û zozanên çiyayê “Feyleqûs” li pişt gundê Dasêran ya bajarê Merîwanê bi destê kesekî ser bi dewleta Îranê hate şewitandin.

Bi gotina şahidekê, kesê han ser bi dewleta Îranê ye û xelkê gundê Dasêranê ye ku ji aliyê welatiyan hatiye girtin û radestê hêzên dewletî hatiye kirin, lê navbirî li demeke kin de hatiye azad kirin û kiryara han ya hêzên dewletê bûye cihê narizayetiya gelê herêmê.

Şahidê han bi ajansa kurdpa ragehand, xelkê jîngeparêz û endamên encumena Sewiz ya Çiya çendîn şeve ku li hewila wemirandina agir dene û heya niha li çiyayan mijûlî wemirandina agirin,lê ji aliyê navendên dewletî çi alikarî û kar asaniyek bi wan nahê kirin.

Li heman demê de hate bilav kirin, zozan û daristanên gundê “Xuaşit” û daristanên pişt zanîngeha Peyama Nûr ya Merîwanê dinava agir de dişewitin û ji aliyê jîngeparêzan û endamên encumena Sewiz ya çiya hewila kontrol kirina agir hatiye dan.

Li gor amara encumena Sewiz ya Çiya li destpêka îsal heya niha li 2 bajarên Merîwan û Sevlawa 87 haletên agir kevtinê hatine tomar kirin.