Sewlava; girtiyê siyasî yê berê Berzan Mihemedî hate binçavkirin

18:45 - 8 Hezîran 2021

Roja Dûşemî 17`ê Cozerdanê, girtiyê siyasî yê berê, “Berzan Mihemedî” xelkê bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûn ati belgeyeke yasayî “Berzan Mihamedî” li mala birayê wî ku bi sedema nexweşiyê hatibû razandin, li gundê “Guşxanî”ya ser bi bajarê Sewlava, binçav kirin.

Ew welatiye piştî binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa ew çalakvanê Kurd heyamek berî niha, beşdarê kempêna “Ne bi Komara Îslamî”, bibû.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî girtiyê siyasî yê berê hatoye sepandinê, ti zanyariyek ji ber dest denîne.

Roja Dûşemî 19`ê Cozerdana sala 1399an, Berzan Mihemedî, piştî derbazkirina du li ser sê ji heyama girtîgeha xwe, ji girtîgeha “Êvîn” hatibû azadkirin.

Ew girtiyê siyasiyê Kurd, li rewta kombûnên nerezayetî yên meha Gelawêja sala 1397an, bi sedema çalakî li torên civakî, hatibû binçavkirin û di dadgeha despêkî de bi tohmeta “kombûn, sazan û propagende li dijî nizam”, bi 6 sal girtîgeha teizîrî hateibû cezakirin.

Roja 6`ê Reşemeya sala 1397an, kombûna piregîhîştin bi dosyeya wî girtiyê siyasî li dadgeha pêdeçûnê bi rê ve çubû û cezaya 6 sal girtîgeha teizîrî ya navbirî bo 3 sal û 6 meh girtîgeha teizîrî hatibû kêm kirin.

Berzan Mihemedî, bi bê li berçavgirtin cudakirina wî digel girtiyên din, bo girtîgeha bajarê Tehranê veguhastibûn û navbirî bona nîşandana nerezayetiya xwe bi wê hewla karbidetên girtîgehê, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Ew welatiye piştre bo girtîgeha “Êvîn”ê veguhastibûn û li meha Rêbendana sala 1398an, digel sê kesên din yên havbendên xwe bona nîşandana nerezayetiyê li hember dijayetî kirin digel azadiya mercî, pêrenegihîştin bi daxwazên girtiyê siyasî, berçav negirtina yasaya cuda kirina cihê girtiyên siyasî digel girtiyên din, dirêj kirina heyamê dadgehîkirina wan, sepandina cezaya giran û yekalîkirina hukmê dadgeha destpêkî bi bê lidarxistina kombûna dadgeha pêdeçûnê li dijî xwe, dest avêtibûne gireva birçîbûnê û piştî heyamekê, dawî bi gireva birçîbûna xwe anîbûn.