Şewitandina berhema salane ya Cotyarên herêma Tîkabê

13:49 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Parek berçav ji berhema Cotyarên herêma Tîkabê li parêzgeha azerbaycana rojava dinava agir de şewitîn.

Roja Çarşemiyê berwar 25’ê Tîrmeh pitir ji 3’ê hekitar ji “Genim”ê Cotyarên Kurd yên herêma Tîkabê, li encama agir kevtinê de şewitî û linavçû.

Tê gotin agirê han seva kêmtirxemiya yek ji Cotyarên Kurd li vê herêmê rûdaye ku piştî 3’ê demjimêran ji aliyê hêzên agir wemirandinê hatiye control kirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka îsal heya niha 125 bûyerên agir kevtinê li darstan û zozanên Kurdistana Îranê hatine tomar kirin.

Li gor vê amarê herêma Merîwanê 61 halet bi xwe dîtiye û li heman demê de herêma “Banê”30 halet bi xwe dîtiye.

Ji aliyek dine çend rojan beriya niha fermandarê bajarê “Îslamabad”ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê dabû zanîn li destpêka îsal heya niha 6 haletên agir kevtinê