Şewitandin zibil û paşmaviyan dinava parka Milet ya bajarê Dîwanderê+Wêne

14:08 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Memûrên îdareya Şarewanî ya bajarê Dîwanderê li kiryareke cihê ecêbmayinê û pir metirsî de,paşmayî ya ziblên bajar dinava parka giştî ya wî bajarî de şewitandin.

Kom kirin û linav birina paşmayî û ziblan li bajarên mezin û biçûk de, ji aliyê berpirsyarên bajaran bi karekî girîng tê zanîn, lê li bajarê Dîwanderê ya rojhilatê Kurdistanê dinava parka bajêr de zibil tên şewitandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, 2 roj beriya niha li dema nive şevê de, memûrên îdareya şarewanî ya bajarê Dîwanderê,dinava Parka giştî ya vî bajarî de agir berdanê û piştî vê yekê welatî û rojnamevanan nerzaîbûna xwe nîşandan.

Parka binavê Milet dikeve nava bajarê Dîwanderê û niha bûye cihê şewitandina paşmaî û ziblên bajarê dîwanderê.

Bilav bûna vê nûçeyê li demekê deye ku berê cihgirê berê yê fermandariya wî bajarî ragehandibû ku çanda rêzdananê bo mafên hev, zaminê çareseriya pirsgirêkane.

Welatiyên bajarê Dîwanderê, kêmiya dahatê û nebûna rêveberiyek baş û neberpirsita karbidestên vê îdareyê bi pirsgirêkên herî mezin didin zanîn.
\"14151.jpg\"

\"14150.jpg\"

\"14149.jpg\"

\"14148.jpg\"