Şewata seyrangeh û rêlên Merîwanê didome

16:55 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: di rojên bihorî de Seyrangeha “Mela Qubî” a hilkeftî li gundê “Beyele” û “Berqela” a girêdayî bajarê Merîwanê agir vêket û bi xurtî şewitî.

Pêka nûçeyê Ajansa nûçeyî a Kurdpa, li rojên derbasbûyî de ji aliyê hin kesên ne naskirî ve Seyrangeha Mela Qubî a Merîwanê agir vêket û zirarek zaf gihîştiye jîngeha vê herêmê.
\"5178.jpg\"
Nûçegihanê Kurdpa her wisa dide zanîn ku berîtir li Zozanên gundê Dereweran a Merîwanê bi egera şewatê, hin ji ajelên xelk zirar vê ketin û şewitîn lê berpirsên Dewletî çi berpirsyarîtiyekê li hemberî wê kiryarê ji xwe nadin xuyanê. Her wisa komeleya naskirî bi “Mu’essisêyê Sebzê Çiya” wate Navenda Keska Çiya li tirsa gazî kirin bo Idareya Itila’ata Komara Islamiya Îranê, nikarin bona temirandina wê agirê nêzîkî wî Gundî bin.

Çalakên jîngeh û xelkê herêmê li ser wê bawirê ne ku Hêzên Ewlehiye Komara Islamî bi henceta hebûna Hêzên Kurdî li herêmê, dixwazin suruşta Kurdistanê tevhev bikin û heya ku ev şûnên xweşikên Kurdistanê kawil bin.