ŞEWAT LI DARSITANÊN KURDISTANÊ DIDOME

21:11 - 23 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Bi sedema şewatê li daristanên Kurdistanê li 48 Demhijmêrên derbasbûyî de gelek zirar gihîştin daristanan.

Li Gor Kurdpa, zêdebarî viya ku Civata Kesk a Çiya û Xwendekarên Zanîngeha Peyamê Nûr li gundê “Derweran”a Merîwanê gelek hewl ji bo temirandina agir dane, lê şewata daran hêj didome.

Akinciyek herêmê ji Kurdpa re got: heya niha zaftir ji 50 Hiktar ji Erdên Daristanên gund di êgir de şewitîne û heta tê, agir dorfirehtir dibe.

Wê/wî çavkaniyî daxuyand, Bucekên Çavdêriya Henga Sînorî a kOmara Islamî wan agiran li hev tîne.

Ev çalake ê/a Jîngehê dibêje: heya niha çi yek ji Nehadên Berpirs bo mînak Agirtemirîneran û Saziya Jîngehê, alîkariya Xwendekarên Peyamê Nûr û Civata Keska Çiya ji bo bi dawî anîna wê agirê nedane.