Şevbêrkek helbestan bo Sîmîn Çayçî Li Almanya

15:26 - 27 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi beşdariya Sîmîn Çayçî- Helbestvana navdar ya Kurd li rojhilatê Kurdistanê, şevbêrkek helbestan li zanîngeha “Gûte” ya bajarê Frankfurta Almanyayê hat lidarxist in.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan zanîngeha“Gûte” ya Frankfurta welatê Almanya, mêvandariya şevbêrkek helbestan kir.

Di wê mêvandariyê de çendîn berhem û helbestên Kurdî hatin pêşkêş kirin.

Sîmîn Çayçî çand helbestên pirr watader yên berhemanînî, pêşkêşî kesên amade bûyî li şevbihurkê kir.

\"26196.jpg\"
Sîmîn Çayçî- Çalakvan û şaîr a Kurd li Sineya rojhilatê Kurdistanê ye ku heya niha çendîn pirtûkên wê di warên wêje û helbestên Kurdî de hatine çap û belav kirin.

Hêjayî gotinê ye navborî sala derbasbûyî, bi sedema beşdarî kirin li xwepêşndanên piştevanî kirin ji Koban û Şengalê, bi navenda ewlekarî (Îtilaat) a bajarê Sine hatibû bangkirin.