Seva bêrêzî kirinê bi Quranê,160 Girtiyên Kurd û Belûç dest bi girevê kirin

13:47 - 27 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: 160 Girtiyên Mesebî yên Kurd û Belûç, bo heyamê 3’ê rojane li benda 10’a zîndana Recaî Şehar a Kerecê girev girtine.

160 zîndaniyên Kurd û Belûç bi nîşaneya nerazîbûn li hember bêrêziya “hêzên dewletî yên Komara Îslamiya Îranê”bi Quranê û kêberkêyên mesebî yên vê zîndanê, li roja 18’ê adarê bo heyamê 3’ê roja dest bi grieve kirine.

Roja 17’ê adarê hêzên taybetî yên Komara Îslamiya Îranê li çaxê geryana nav kel û pelên takekesî yên zîndaniya,jibilî bêrêzî kirin bi zîndaniyan Oldarê Sunî, Quran û Pirtûkên mesebî havêtin ser erdî û zîndaniyên han bi nîşaneya nerazîbûn bi karê hêzên dewletê, bo heyamê 3’ê rojan dest bi grieve kirin.

kampayna navneteweyî bo kar û barên Mafê mirovan li Îranê de ragehand,ku hemû ev kesane bi sûçê çalakiyên mesebî û endamên girûpên tundhajo yên mesebî ne hatine binçav kirin.

Berwar 27’ê Çileya Paşîn a 2012’an , 6 welatiyên xelkê bajarê Sinê bi navên: Huşyar Mihemedî ê temen 23’ê salî,Behran Ehmedî temen 21 salî,Kêyvan Zendkerîmî temen 24 salî, Esxer Rehîmî temen 24 salî, Mihemed Zahir Behemnî temen 23 salî û Bêhnam Rehîmî temen 31 salî bi bê haydariya malbatên wan li zîndana Qizilhisarê hatine darvekirin.