Seva bêrêzî kirina bi Olê Yarsan,2 kesan xwe şewitand

13:17 - 6 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî vê yekê ku hêzên Îttlatî li bajarê Hemedanê bêrêzî bi Ola Yarsan kirin, 2 welatiyên Kurd yên oldarê Yarsan agir berdan bedena xwe.

Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, 2 welatiyên Kurd yên xelkê bajarên Sehne û Hemedanê binavên “Hesen Rezewî” û “Nîkmurad Tahirî” rojên 5 û 6’ê Hizîrana 2013’an bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe li hember bêrêzî kirina hêzên Îttlatî bi Ola Yarsana , agir berdan bedena xwe.

Çavkaniyek haydar li bûyerê bi ajansa kurdpa ragehand:Nîkmurad Tahirî xelkê bajarê Sehne a Kirmaşanê ku roja Sêşem berwar 5’ê Hizîranê agir berda xwe,pitir ji 60% ji bedena vî şewitîye û roja çarşem berwar 6 Hizîranê canê xwe ji dest da.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir, Nîkmurad ber li xwe şewitandinê çend kes ji oldarên Yarsan haydar kiribû ku li Meydana “Baba Tahir” li hember fermandariya bajarê Kirmaşanê kom kiribûn û bi wan ragehandibû ku hêzên Îttlatî bêrêzî li hember Ola Yarsan encam dane û seva vê bêrêziyê ev agir berdide bedena xwe.

Her wisa Hesen Rezewî keseke din binavê Hesen Rezewî ku li hember vê bêrêziya hêzên Îttlatî agir berdabû bedena xwe niha li yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê li bin çavedêriya pizîşkî û ewlehî de ye.

Çend rojan beriya niha hêzên Îttlatî welatiyeke Kurd yê xelkê Hemedanê girtibûn û li dema girtinê de bêrêzî bi ola Yarsan kiribûn.

Li encam pêhesiyana welatiyên Yarsan bi vê bêrêziyê û li hember zext û giwaşên hêzên dewleta Îranê, Oldarên Yarsan bi agir berdan bi bedena xwe li hember vê bêrêziya hêzên dewleta Îranê dijkiryar nîşan dan.

Her wisa Roja duşem berwar 4’ê Hizîran, Mamostayê yek ji Xwendingehên bajarê Kirmaşanê bêrêzî bi Xwendevanên Yarsan kiribû.