Seva bêrêzî kirin bi kesayetiya Jinê, jinên Merîwanê xwepêşandanek mezin rêkxistin

13:30 - 17 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî vê yekê ku roja bihûrî hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê bêrêzî bi kesayetiya jinê kirin, jinên wî bajarî xwepêşandanek mezin rêkxistin.

Çavkaniyek haydar li bajarê Merîwanê di hevpêvînek telefonî de jibilî piştrast kirina vê nûçeyê bi ajansa kurdpa ragehand: Xwepêşandana han ji aliyê hêzên Întizamî bi xurtî hat tepeser kirin û çendîn jin jî bi xurtî birîndar bûn.

çavkaniyê base vê yekê jî kir, Jinek seva lêdana zaf a hêêzên Întizamî pêyê vê keştiya û tuşî xwînrêjiyê bû.

\"12046.jpg\"
jinên merîwanê li Sêraha “Mûsik”hay meydana “Serbaz”xwepêşandana han birêve birin û niha di piraniya kolan û cihên giştî yên bajarê Merîwanê hêzên Întizamî hatine cêgir kirin.

roja duşema bihûrî welatiyek kurd binavê “Tufîq Dabaşî”ji aliyê hêzên Întizamî yên dewleta Îranê û pêka biryara dadgeha Komara Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê bi kincên jinana di nva şeqam û taxên merîwanê de hat gerandin.