SE’ÛDÎ HOŞDARÎ DA ISRAÎLÊ

14:22 - 11 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Dewleta S’ûdî, Izna Mifahwergirtin ji herêma esmaiye xwe ji bo êrîşa bi ser Îranê nade.

Rojnameyeke Israyelî ragihandiye, ku hukûmeta Erebistana Siûdîye hoşdarî daye Israyelê ku bo êrişkirina ser Îranê bi ser esmanê Siûdîyê de derbas nebe.

Rojnameya Yedihut Aharanot çapa Israyelê di raportekê de nivîsîye, ku hukûmeta Siûdîyê hoşdarî daye Israyelê ku bo êrişkirina ser îstgeh û dezgehên atomîyên Îranê, esmanê Erebistana Siûdîyê bi kar nehîne. Li gor ewê raporta rojnameya Israyelî, hukûmeta Siûdîyê ragihandiye, ku Siûdîye rê nade firrokeyên Israyelê bi ser esmanê wî welatî de derbas bin û êrişî ser Îranê bikin.

Li gor ewê raporta Yedihut Aharanot , bi rêya Amerîka ve ew peyama hoşdarîyê gihandiye Israyelê û gef jî kiriye, ku heger firrokeyên Israyelî sînorê hewayîya Erebistana Siûdîyê bibezînin, sîstema bergirîya esmanî ya Siûdîye dê pêşîya firrokeyên Israyelê bigire.

Israyel li hember pêşxistina bernameya atomîya Îranê dilgiranîya xwe naveşêre û radigihîne, ku bernameya atomîya Îranê gefek mezin bo ser asayişa neteweyîya Israyelê dirust dike. Israyel gefa ewê çendê jî dike, ku heger destê Îranê bigihîje çekên atomî, dê Israyel êrişî ser dezgeh û îstgehên atomîyên Îranê bike.