Şeş girtî di girtîgeha Urmiyê de hatin darvekirin

20:32 - 14 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Roja çarşemî 23.10.1394’an di girtîgeha Urmiyê de şeş girtî hatin darvekirin.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, tawana girtiyên hatîne darvekirin kuştina bizanebûn bûye û malbata wan nekarîne rizayetê wergirin û girtî darvekirine, lê berpirsên girtîgehê tu zanyariyek di warê navê wan eşkere nekirine.

Kuştina bizanebûn, bazirganî bi madeyên hişber û girtiyên siyasî “bi tawana dijberî tevî Xoda” ji wan tawananin ku di yasaya bingehîn a Îranê de cezaya darvekirinê bo hatiye diyarî kirin û heroj di girtîgehên Îranê de xelk bi wan tawanan tên darvekirin.

Hefteya derbazbûyî jî 17.10.1394’an 5 girtî di wî girtîgehê de hatin darvekirin.

Amara darvekirinê di Îranê de bi pêka salên derbazbûyî, bixasmanî di serdemê serkomariya Hesen Ruhanî herî zêde bû ye.

Di cîhanê de Welatê Îranê piştî welatî Çînê di pileya duyemîn daye bo darvekirina xelkê.