Serwabad/ Xwendevanan dest bi grevê kirin

14:46 - 3 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendevanên gundekî li bajarê Serwabad ê rojhilatê Kurdistanê, bi sedema kevinbûna dibistanê û hilweşîna dîwarên wê, dest bi girevê kirin û neçûn xwendîngehê.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdp, ew du rojin ku xwendevanên gundê “Nesl” ê ser bi Serwabad, bi sedema hilweşîna dîwarên dibistanê, dev ji xwendinê berdane.

Çavkaniyeke agah a nûçeyan ragihand: Dê û bav û serpereştên zarokan çûn dibistanê û rêveber û berpirsên xwendîngehê re gotin: Hey ew dibistanê ji nû ve ava nekin nahêlin zarokên wan li xirbeyan de bixwînin.

kevinbûn û hilweşîna dibistanên Kurdistanê di demekê de ye ku memûrên ewlekarî ên îdareye Perwerde û Hînkirinê, zarokan neçar dikin bo merasîma “Dehika Fecir”(roja şorişa gelên Îranê bi rêberiya Xumênî) pereyan bidin xwendîngehê.

Hemû salan “Dehika Fecir”(bo heyamê 10 rojan) bi nîşaneya pîrozbayî û serketina Xumênî bi ser hikumeta paşayetî ya Îranê, rêûresmên teybet û şahî nemaze li dibistan û zanîngehan birê ve diçin.

Li darxistina wan mersîman li Kurdistanê di demekê de ye ku ew kar bi neçarî bi rêve diçe û piraniya dibistanên rojhilatê Kurdistanê, li pêdiviyên serke ên xwednidê ji bê par mane.