Serokê Herêmê serdana Serok Celal Talebanî kir

16:09 - 24 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li welatê Almanya serdana fexameta Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî kir û li tendirustiya birêzî pirsî.

Di wê serdanê se Serokê Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve li çareseriya pijîşkî ya ku ji bo çareserkirina saxlemiya Serokomarê Îraqê tê kirin agahdar bû, her weha gelekî bi baştirbûna rewşa tendirustiya Talebanî kêfxweş bûye.

Serokê herêmê hêvî xwestiye ku bi zûtirîn dem rewşa tendirustiya Mam Celal baştir bibe û bi tendirustiyekî baş û bi selametî vegere welat û dest bi erk û çalakiyên xwe yên niştimanî bike.
PUKmedia