Serokê Herêmê serdana Bexdadê dike

15:14 - 17 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li gor zanyariyan, van nêzîkane Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdadê dike û biryare jî di wê serdanê de jibo dîtina çareseriyekê bo qeyrana siyasî ya Êraqê çav bi berpirsên siyasî yên mezin bikeve.

Parlemanterê hevpeymaniya Kurdistanî (koma PDK) li encûmena nûneran a Êraqê Mihdî Hacî ji Xendanê re aşkira kir ku di van nêzîkane Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Bexdadê dike û li gel piraniya aliyên siyasî de wê bicive.

Parlemanterê Kurd got: \"Li gor zanyariyan heya dawiya heyva hizêranê, ger tu pêşhateyên siyasî neyên pêş, Serokê Herêm diçe Bexdadê.\"

Sebaret bi karnameya serdana Barzanî, Mihdî Hacî got: \"Di wê serdanê de Serokê Herêmê wê li gel kesayetiyên siyasî û hemû aliyên siyasî bo dîtina çareseriyek guncaw bo qeyrana siyasî ya Êraqê dê bicive.\"  

Hêjayî gotinê ye, di heftiya borî de serokê encûmena wezîran tevî şandeke hikûmî û siyasî ya bilind a Êraqê gihêştin Hewlêrê û civîna encûmena wezîran a federal li wî bajarî saz kirin û piştre jî li gel Serokê Herêmê civiya û di kongireyekî rojnamevanî de herdu aliyan behsa armanc û encamên wê serdanê kirin. 
Jêder:xendan