Serokê herêma Kurdistanê : Pêşmerge Evê Carê Navegere Paş

12:47 - 11 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serokê herêma Kurdistanê serdana senger û xalên pêş ên hêzên pêşmerge li navçeya Leylan kir û silav û rêzên cemawerê Kurdistanê bi hemû pêkhate û neteweyên wê ve gihande pêşmergeyan.

Mesûd Barzanî di peyvekê jî de bo hêzên pêşmergeyên bi cihbûyî yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê jî ji wan re ragihand:´´ hûn îro erkekî pîroz li ser milên we ye, çimku hûn parêzvanîyê li paşeroja gelê Kurdistanê dikin.´´ Serok Barzanî herwisa da xuyakirin, ku ´´Kurd bi dirêjîya dîrokê dijî şerr bûye, hevdem amade jî nebûye ser ji bo dujminên xwe biçewîne.´´

Serokê herêma Kurdistanê di axavtina xwe de amaje bi ewê çendê jî da , ku gelê Kurdistanê gelek qurbanî daye heta ku gihîjtiye roja îro û tawanên Enfal û Kîmyabaran kirina Helebçe û rûxandina 4000 gundên herêma Kurdistanê bi nimûne anî.

Barzanî di berdewamîya xwe de got:´´ di raperîna sala 1991 û piştî herifîna rejîma Beis û rizgarkirina beşeke zêde ya herêma Kurdistanê, hêza pêşmerge ti retareke xirab li gel supayê Iraqê nekiriye. Piştî sala 2003 jî Kurd roleke berçav hebûye di avakirin û pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de.´´

Di beşeke dina peyva xwe de serokê herêmê got:´´ li gel Serok Talebanî piştî prosesa azadîyê ve, me hemû hewlek daye da ku Iraqeke nû dirust bibe, li ser hemûyan jî ew hewlên ku me dane bo cêgîrbûna destûr ku vemana yekparçeyîya xaka Iraqê girêdayî evê destûrê ye, belê mixabin îro hîç pabendîyek bi evê destûrê ve nahê dîtin û bi şêweyeke neqanûnî fermandeyîyên firqeyên supa ji alîyê Iraqê ve dihên danîn ku hîç yek ji wan neçûne parlemanê û rêya xwe ya qanûnî wernegirtine û bi neqanûnî dihên danîn.´´

Mesûd Barzanî herwiha tekezî li ser pabendbûn bi destûra Iraqê kir û ragihand, ku qebûlkiirna maddeya 140 ji alîyê me ve, evê nagihîne ku me goman li ser Kurdistanî bûna Kerkûkê û navçeyên din hebe, belku bo ewê çendê bû ku arîşe bi rêyeke destûrî çareser bibin ku mixabin hindek alî îro xwe ji destûrê vedidizin.

Çavkaî: ANP