Serokê Herêm: Pêwîste Hêz û Aliyên di Nava Desteya Bilinda Kurd de Yekêtiya Xwe Biparêzin
13:50 - 17 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şandeke Desteya Bilinda Kurdên Suriye civiya.
Li civînê de, şanda Desteya Bilinda Kurdên Suriye gelek bi hurî behsa pêvajoya siyasî, leşkerî, ewlehî û aboriya Suriye bi giştî û rewşa Kurdên wî welatî bi taybetî kirin. Li ber ronahiya wan rûdawên ku li vî welatî de rû didin û her wiha pewendiyên li gel rikeberên Suriye hate nirxandin. Serok Barzanî bi navê gihîştina maf û daxwazên wan yê rewa piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Suriye dûpatkir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyên nav Desteya Bilinda Kurd parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestekî ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê bigrin. Ji ber ku her bi wê yekrêziya xwe dikarin maf û daxwaziyên xwe bi dest bixin. Her wiha rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê mijareke dina vê civînê bû ku hate nirxandin û di vî warî de şanda Desteya Bilinda Kurdên Suriye ji bo wê girîngîdana berdewamiya ku bi penaberan dide li pêşkêşkirina yarmetî û alîkariyên pêwîst spasiya Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê kirin û Serok Barzanî jî vê girîngî û alîkariyê bi erkekî mirovî û neteweyî da zanîn.
Jêder: (PNA)