Şêrko Mearifî, Girtiyê siyasiyê Kurd, bi sêdarêdan

18:16 - 4 Çirriya paşîn 2013
ajansa Kurdpa: li doma prosa bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd yên mehkûm kirî bi sêdarê, Şêerko Mearifî li girtîgeha sêntrala Seqqizê hate sêdaredanê.

Serekaniyik agadar ku ev nûçe erênî kiribû bi ajansa nûçe gihaniha Kurdpa Ragihand: sibêzûya îro, Duşem, 13ê Abana 1392, Şêrkê Mearifî, girtiyê siyasiyê Kurd li salona hevdîtina nawa girtîgeha Seqizê bi sêdarê dan.

Xelîl Behramiyan, advokat-parêzerê vî girtiyê siyasiyê Kurd li hevpeyvînik telefonî de bi raportêrê Kurdpa ragihand: min heya niha ev nûçe nezaniya û nikarim erênî bikim.

Advokat-parêzerê Şêrko Mearifî li domê de got: pêştir me bo vî daxwaza lêbihorînê kiribû lê ev daxwaz ji aliyê dadgeha bilinda welat nahatibû erênî kirinê.

Şêrko Mearifî, li 9ê Murdada sala 1387 hate girtin û paşî bi tometa “ alîkarî tev yekik ji partên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran”ê ji aliyê şaxa1a dadgeha inqilaba Seqqiz, bi sêdaredanê hate mehkûm kirin.

Hukmê sêdaredana vî girtiyê siyasî li dadgeha pêdeçon û dadgeha bilinda welatê Îran, hatibû erênî kirinê û bi ew hinde hewlên Xelîl Behramiyan û Seîd Şêyxî, 2 advokat-parêzerên vî, paşî derbas bûna 5 salan, îro hukmê bi sêdaredanê hate cîbicî kirin.