Şerê du partiyên Kurd/ Berdewamiya nakokiyan di medya û ragihandinan de

20:24 - 25 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di encama şer û pevçûnên di navebra PKK û PDKÎ de ku duh qewimî, pêşmergeyekî PDK Îranê jiyana xwe ji dest dabû û 3`ê din jî hatinbûn birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa û çavkaniyên agah ên nûçeyan, di şer û pevçûnên ku duh navbera Partiya Karkrên Kurdistan(PKK) û Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê de hate holê, pêşmergeyekî PDKÎ jiyana xwe ji dest da û 3 jî wan pêşmergeyan jî birîndar bûn.

Hatiye ragihandin ku di wî şerî de ji her 2 aliyan zirarên canî ketine.

Komîsyona Siyasî û leşkerî ya PDKÎ ji malpera fermî ya wê partiyê “Kurdistanmedia” re, nasnameya pêşmergeyê jiyana xwe jidest dayî û birîndarên wî şerî aşkere kir.

Gor wî çavkaniyê di wî şer û pevçûnê de, Qadir Kerîmî jiyana xwe ji dest daye û pêşmergeyên bi navên, Cemal Îsmaîlî, Hikmet Nebîzade û Kerîm Xirapeyî jî birîndar bûne.

Hîjayî gotinê ye ew sê birîndar niha li Nexeşxaneyeke bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Mekteba siyasî ya PDKÎ di daxuyaniyekê de bi awayekî fermî PKK bi erîş li ser wê Partiyê tometbar kiriye.

Li aliyekî din, berpirsê peywendiyên derve yên kunfedralîzma Koma Civakên Kurdistan (KCK) ragihandibû:“Pêşmergeyên PDKÎ xwestibûn dest bi ser hejmarek gerîlayên PKK de bigrin ku teqe bi wan hatiye kirin ”.

Hêjayî gotinê ye ku Hesen Şerefî berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û cîgirê sekreterê giştî yê wê partiyê, tevî vê yekê ku di wî şerî de PKK sûcdar kiriye, lê li civina li gel wê partiya Kurdî bo çareserkirina pirsgirêkan amadebûna xwe nîşan da.

Şer û pevçûnên navbera PKK û PDKÎ bertekdana partî, çalakvanên siyasî û bi giştî gelê Kurd bi pey xwe hişt.

Ji destpêka nakokiyên navbera Pertiyên Kurdî li devera Qendîl û Kelaşînê, hikûmeta îslamiya Îranê bi avayekî lezgîn hêzên xwe nemaze Sipaha Pasdaran amdekirye û ber bi bajar û çiyayên rojhilatê Kurdstanê ve birê kir ye.

Peyamnêrên Kurdpa li Urmiyeyê li ser vê mijarê ragihandiye; duh 24`ê gulana 2015`an, Hikûmeta Îranê 4 helîkopter û bi dehan hêzên xwe yên Sipaha Pasdaran ber bi tixûbên Kurdistanê ve birê kirine.

nûçeyên têkildar
Sipaha Pasdaran di bertekdan hember PDKÎ Şino mîlîtarîze kir+nûkirî
PDKÎ û Komeleyê hember bûyerên Qendîlê helwest girtin
Parlamentoya Herêma Kurdistanê PKK û PDKÎ hişyar kirin
PKK’ê êrîşî pêşmergeyên PDKÎ kir+nûkirî