Serdozgerê Riwanserê hat kuştin+ Lêkolîn

14:27 - 10 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa : Serdozgerê bajarê Riwanser ê ser bi Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê- Selîm Qenberî di dema ku dixwest ber bi dadgehê ve here, gulle bi ser da hatin reşandin ku di encanê de piştî veguhastin bi nexweşxaneyê jiyana xwe winda kir. Herwiha kurê wî jî bi dijwarî hat birîndar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bûyera îro demjmêr 7 û 45 deqîqeyan (sêşemî 10 şibat(february) a 2015’an) qewimî. Bi gotina peyamnêrê Kurdpa, navborî dema li meydana bajarê Riwanser ber bi şûna karê xwe ve diçû gulle bi ser de hatin reşandin, piştre ew rakirin nexweşxaneyê û wî li wir jiyan bi dawî anî.

Peyamnêrê Kurdpa li Riwanserê li ser vê pirsê axivî û got: kesê ku gulle bi ser Qenberî de reşanidn û ew kuştin bi brîndarî ji aliyê polîsên hikûmeta Îranê ve hat binçav kirin û hêzên ewlekarî dest bi ser çeka wî de girtin. Nasnameya kesê girtî Husên Rîşî kurê Hesen hatiye ragihandin.

Li ser sedemên bûyera qewimî zaniyariyên zêde bi dest neketin û lêkolîn li ser wî pirsê didomin.

Selîm Qenberî 7 sal bû li dozgeriya giştî a Riwansera rojhilatê Kurdistanê kar dikir.

Kesê kujer 30 sal endamê Besîc ê hikûmeta Îranê bûye. Pêştir jî birayî wî bi tometa gulle raşandin bi ser pêşnimêjê Paweyê hatibû girtin.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa ewbûyera qewimî bi siyasetê re elaqedar nîne û bi karên şexsî re peywendî heye.

Karbidesten hikûmeta Îranê “dejberiya şoriş”(zid înqilab) û hêzên opozosiyan sedema wê kuştinê dizane lê tu belgeyek bi ser wê yekê nedan îsbat kirin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî agah li dozgeriya giştî a Kirmaşanê peyamnêrê Kurdpa re got: Li sala borî zêdeyî 20 dadweran bi sûca fesad û gendeliyan ji ser kar hatibûn derxistin.

\"24678.jpg\"