Serdozgerê giştî yê dewleta Îranê: Rûdawa ku berî niha demekê bona kolberan hate pêş, sirûştî bû, xwedê wan efû bike
14:30 - 7 Şibat 2017
Ajansa kurdpa: Serdozgerê giştî yê dewleta Îranê,daye zanîn ku ev kolberane, ew kes in ku li ser sînoran jiyan dikin, û ji berê ve heyanî niha kelûpelan tînin û dibin, divê alîkarî bi wan kesna re bê kirin. Wî daye zanîn ku bûyera çend rojên derbazbûyî, bona kolberan bûyereke xwezayî bû, û ez hêvîdar im xwedê wan, efû bike.
Hêjayî basê ye ku, rêjeya bêkariyê di asta herî jor de ye,û ev kesên ku dewleta Îranê wan kolber bi nav dike, piranî Kurd in, û bona bijîwa jiyana xwe neçar dimînin ku dest bi wî karî bikin, di heman demî de, gellek caran ev kolberene rastî girtin û zexta dewletê tên.
Herwiha dewleta Îranê wan kolberên ku bi zehmet û keda xwe bona jiyankirinê tekoşîn dikin, qaçaxçî bi nav dike, û di sînoran de wan dide ber gulleyan, û vê yekê jî bi hêceta parastin û ewlehiya sînoran bi nav dike.
Li gor amara navenada Ajansa nûçegihaniya Kurdpa yê,di sala derbazbûyî de, 122 kolber birîndar bûne, yan jî hatine kuştin,ku bi giştî 51 kesî jiyana xwe ji dest dane, û 71 kes jî birîndar bûne. Di hefteya derbazbûyî de jî, 6 kolber ku bona bijîwa jiyana xwe karê kolberiyê dikirin, ji ber rûdawa reniyê, jiyana xwe ji dest dan, û 2 kolber jî birîndar bûn. Eva di halekê de ye, ku di Îranê de vîjdana mirovahiyê miriye,û bê xemiya li beranber jiyana moirovan di asta herî xirab de ye,û mirina mirovên ku bona peydakirina nanekê bo zarokên xwe riyên metirsîfar digrin pêş, ji aliyê deshilatdarên Hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bi renegekî xwezayî tê nirxandin.