Serdeştgirtin û neroniya çarenivîsa 2 welatiyên Kurd

13:22 - 15 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: li doma girtina welatiyên Kurd li herêmên Kurd rûniştiyên Îran, welatiyik dine Kurdê xelkê şarê Serdeştê ji aliyêhêzên ewlehiyê hate girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî de 22ê Gelawêj, welatiyik Kurd bi navê Reşîd Resûliyan, rûniştiyê taxa Kanî Mera şarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin.

Sentera pişt girî ji Mafê mirov li Îran ragihandiye, ku hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê mala wî welatiyê Kurd wekolîne û navbirî tev xwe bi ciyik nexûya birine.

Tê gotin ku jina Reşîd Resûliyan bi navê “ S.A.” bangî dezgeha ewlehiyê bûyê û bi saetan jêpirsîn jê hatiya kirin, ku eva jî tirs û xofik bo vî çê kiriye.

Ji aliyik din “ Ferzad Şêxanî” kurê Ewdila ji xelkê gundê “ Gewelan”a şarê şarê Serdeştê paşî zêdetir ji 2 heyvan ji girtinê heya niha çarenûsa wî nerone.

Ferzad Şêxanî, 23 salî, heyva Xezelwera sala 1391 ji aliyê şaxa yekima dadgeha şorişa şarê Serdeştê bi tawana “ Hevlarî tev partik Kurdî yê opozîsiyona Hukûmet, sinûr şikandina bi neyasayî û propaganda dijî hukûmet” bi 4 sal hewsa teizîrî hatibû mehkûm kirin.

Gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li heyva Gelawêja îsal de 32 welatiyên Kurd li herêmên Kurd rûniştî ji aliyê hêzên asayiş û intizamiya hukûmeta islamiya Îranê hatine girtin.

Ev statîstîka jimarîn bi piştras kirin bi hejmarên tûmar kirî li sentera statîstîka Kurdpa diweşin, bi hegera nebûna ragihandina azad û rewşa asayişî bûna herêmên Kurd rûniştiyên Îran, dibe ku hejmara serast ji vê jimarê jî zîdetir be.