Serdeşt ji qirêja kîmyawî hat paqijkirin

16:50 - 24 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku tenê çend roj bi salvegera kîmyabarana Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê re mane, şêniyên wî bajarî, kolan û şeqam bi silogana (îdî ne bo kîmyabaranê) bi awayekî sembolîk şuşt in.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja duşemî 22`ê hezîranê, hejmarek çalakvanên sivîl ên Serdeştî, di çalakiyeke sembolîk de , meydana “Ser Çêşme” a wî bajarî ku cihê sereke yê kîmyabara 28`ê hezîranê a (beriya niha bi 28 salan bû), bi avê ji qirêja (manewî) a kîmtyabaranê paqij kirin.

Wan çalakvanên Kurd bi wî karê xwe careke din, peyama aştîxwazane û wekheviya Kurd, nîşanî herkesî dan.

Piştî helmeta şûştina meydana ji hêla rejîma rûxandî ya Sedam Husên ve hatî kîmyawî kirin, qalikên bi cih mayî ji kîmyabarê bi gul û çîçekan xemiland in.

\"27057.jpg\"
Çalakvanên sivîl ên Serdeştî careke din peyama aşîtî û vekheviyê serdan
Girêdayî vê mijarê, pêştir jî bi heman munasibetê çalakvanên sivîl ên bajarê birîndar ê Serdeştê, pêşangeheke wêneyên vîtrînî li wî bajarî lidar xistibûn.

Hêjayî gotinê ye, ew pêşangeh dê heya 28`ê Hezîran (7`ê Pûşper), roja kîmyabarana Serdeştê berdewam be.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.