Serdeşt girtina babê 3 xebatkarên siyasiyê Kurd

12:31 - 26 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa:babê 3 xebatkarên siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Serdeşt û rûniştiyê li welatê biyanî, ji aliyê hêzên ewlehiya vî şarî hat girtin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sîbêzûya îro Çarşema 3ê heyva Rezber, Ehmed Ibrahîm Pûr babê 3 xebatkarên siyasiyê Kurd ji xelkê Serdeşt, hat fgirtin û bi ciyik nekivş hat raguhastinê.

Bi gotina kesikî nêzî binemala Ehmed Ibrahîmpûr, ew welatî li rewşik de hatiye girtin ku rewşa tendurustiya vî xirab bûye.

Ehmed Ibrahîmpûr babê 3 xebatkarên siyasiyê Kurd bi navên” Xebat, Xelîl û Emîr Ibrahîmpûr”e ku pêşde jî bi caran hatibû girtin û raguhastiyê girtîgehê kiri bûn.

Tê gotin ku hêzên ewlehiyê bi dom hereşe bi Ehmed Ibrahîmpûr kirine ku rêgirî ji xebatên kurên xwe bigire.

Prosa girtina welatiyan û xebatkarên Kurd li dewleta nûya Îranê de weku dewleta pêşîn didome û li midê hatine serkarê Hesen Rohanî heya niha bi 10an xebatkarên Kurd bi sêdarê û hukmê dem dirêjê hewsê mehkûm kirine û heya komik ji xebatkarê çandî jî bi neçarî ber bi welatên biyanî derketine.