Serdeşt di çarçoveya pirtûkek wêneyan de

22:19 - 22 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, pêşangeheke wêneyên şûşebend, di pişt vîtrîna dukanên wî bajarî de, hat lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro 22`ê hezîranê di nêzbûna roja kîmyabarana Serdeştê, pêşengeheke wêneyên vîtrînî, jêr navê “ewlekarî, agahî û perwerde, mafê her zarokekî ye” birêve çû.

Mijar û peyama wê pêşangehê, nîşandana karesata kîmyabaran a Serdeştê ya 28`ê Hezîran a beriya niha bi 28 salan e.

Birêveberên wê pêşangehê têkildarî tewer (mewzûi)a jor amaje pêhatî kirin,( rêzgirtina mafên zarokan) ragihandin:“ Ey Zarok! Saman û dahata pêşeroja welatê me!, ji bo ku dengê we bighîje hemû zarokên cîhanê û hêviyên wan zîndî bibin, careke din firmêsk û hêstirên tu zarokan nerij in, tu welatekî din bê zarok, bav, dayîk, kevok û bedevbûn nemîne, bi destên xwe yên bihêz, bo 28`emîn salvegera kîmyabarana (28`ê Hezîranê), wêneyan bikişîn in û (dest di nava destê dayîk û bavên xwe de), pêşkêşî welatê xwe bikin. ”

Pêwîste bê gotin, pêşangeh dê heya 28`ê Hezîranê lidar be û tevahiya wêneyan dê pirtûkekî de bên berhevkirin.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.