Serdana endamên şêvra bajarê Urmiyê ji bo welatê Îtaliyayê hate hilweşandin

22:08 - 23 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Parêzgarê parêzgeha Urmiyê li hemberî serdana çend kes ji endamên şêvra vî bajarî bo welatê Îtaliyayê bertek nîşan da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, cihgirê Parêzgarê bajarê Urmiyê, di ayînnameya derheqê serdana çend kes ji endamên şêvra bajarê Urmiyê ji bo welatê Îtaliyayê hişdarî da.

Di vê ayînnameyê de ku di meha Gelawêjê de hatiye weşandin: Serdana “Mihemed Xelîlpûr”, “Murteza Pîrî” û “Mihemedriza Elîzadê Îmamzade”, endamên şêvra bajarê Urmiyê ji bo welatê Îtaliyayê hilweşandine.

Hêjayî basê ye ku serdana “Husên Bexşayêşî”, “Mihemedxalid Hatemî” û “Ebdulrehman Neqşînî” ji bo wî welatî hatiye encamdan.

Herwisa cihgirê parêzgarê bajarê Urmiyê di vê ayînnameyê de nivîsiye ku: Hişdariyên hewce û micid derheqê berçavgirtina naveroka ayînameyê ji bo serdana endamên şêvrên Îslamî ji şêvra Îslamî a bajarê Urmiyê re hatiye şandin, û herwisa tekez jî hatiye kirin ku, pesendkirina kargirûpa parêzgeh bi mercên pejirandin û pesendkirina Komîsyona Navendî, şiyana birêvebirina wê heye.

Çavkaniyeke agehdar di parêzgariya bajarê Urmiyê de ji nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku: Serdana çend kes ji endamên şêvra bajarê Urmiyê bo welatê Îtaliyayê bi bê hevahengî digel navendên girêdayî hatiye encamdan, û parêzgar jî hişdariyên hewce di vê pêwendiyê de dane şêvra bajêr.

Di heyama çend rojên borî de, hindek ji nûçegihaniyan, nûçeya destbiserkirina “Dr. Omîd Husên Sedir” nûnerê berê yê bajarê “Xoyê” li mecilsê, li ser sînorê Razî a wî bajarî ji aliyê hêzên îtila`atê ve ragehandibûn.

Wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku: Wî nûnerê berê yê mecilsa Hikûmeta Îranê hewl daye, da ku digel pereyeke zêde li sînorê Razî yê bajarê Xoyê bireve welatê Tirkiyê.