Serbest berdana çalakvanek Kurdê Xorasanî bi barimteya 200 milyon timenî

13:32 - 11 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Yek ji çalakên çandî yên Kurdê Xorasanî piştî 2 mehan girtinê bi danina barimteya 200 milyon timenî bi awayek demkî hate azad kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemiyê berwar 8’ê Hezîrana 2013’an Mêhedî Cefierzade kurê Cefier û çalakê Kurd yê xelkê bajarê Deregez a bakûra Xorasanê piştî 60 rojan ji girtinê bi danina barimteya 200 milyon timenî hate azad kirin.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Çalakê Kurd seva xebatên xwe li Facebookê û her wisa hevaletî li gel çalakên Kurd yên Kurdistana Îranê hatiye girtin.

Mehdî Cefierzade yê temen 30 salî û akinciyê bajarê Deregez a bakûra Xorasanê ye ku heyamê 2 mehan beriya niha ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatibû girtin û li jûrên takekesî yên Îdareya Îttlata bajarê Meşhedê dihat ragirtin.