Serbest berdana 2 kesan û gazî kirina 3 kesên din bo Îdareya Îttlat a bajarê Nexedê

15:17 - 22 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek berçav ji welatiyên bajarê Nexedê ji aliyê Îdareya Îttlat a bajarê Nexedê hatin gazî kirin û lêpirsîn ji wan hat kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 17’ê Nîsana 2013’an Îdareya Îttlat a bajarê Nexedê li rêya telephone du welatiyên Kurd binavên “Kêywan Şêyxî û Şehab Ehnedî azer” haydar kirine ku dive demjimêr 9’ê sibêdeya roja pêncşemiyê 19’ê Nîsanê serdana Îdareya Îttlata bajarê Nexedê bikin.

\"12152.jpg\"
serçaweyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: roja Pêncşemiyê 2 kes ji wan xwe bi Îdareya Îttlat dane nasandin û hêzên Îttlatî div ê Îdareyê de bi xurtî lêpirsîn ji wan kirin û bi wan hatiye ragehandin ku divêt tawana xwe qebul bikin.

\"12153.jpg\"
Her wiha keseke din binavê Qadir Dastan li dirêjiya şopa girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li meha Adara sala 2012’an de hatibû girtin, bi danîna barimteyê hatibû azad kirin, dîsan ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Nexedê hat gazî kirin.




\"12154.jpg\"
Her wiha roja Yekşem berwar 12’ê Nîsanê , du girtiyên Kurd ku di meha Adara sala bihurî de binavên “Rehîm Fitûhî” nivîskar û helbestvan û her wiha “Kamiran Osmanî”çalakê sivîl, piştî derbas kirina 47 rojan li Îdareyên Îttlatên Urmiyê û Nexedê, bi danina barimteyê hatin azad kirin

Rehîm Fitûhî xwediyê çendîn pirtûkên wêjeyî wek: Romana Rehendî, Çawervanî,komek ji helbestên Deryaz û Gelwaêj û her wiha xwediyê dehan babet û gotarane.