Serbazekî Kurd li ser sînorê Banê dawî bi jiyana xwe anî

12:46 - 7 Tebax 2022

Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, serbazekî Kurd ê bi navê “Aryan Şahmihemedî” xelkê bajarê Dîwandereyê bi sedemek nexuya li ser sînorê bajarê Baneyê dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Aryan Şahmihemedî” li yek ji binkeyên leşekrî yên li ser sînorê bajarê Baneyê serbaz bûye û bi çeka xwe dawî bi jiyana xwe anî ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, hêza leşekrî ya li ser sînor ya bajarê Baneyê li dereheq xwekujiya wî serbazê Kurd ti zanyariyek belav nekirine.