Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

20:12 - 14 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Serbazê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê, di binkeya leşkerî ya bajarê Meraxê de, dawy bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 24`ê Rêbendanê, serbazê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Usman (Emîr) Xizrî” kurê Mihemed di binkeya leşkerî a bajarê Meraxê de, dawyî bi jiyana xwe aniye.

Li gorî çavkaniya agehdar, ew serbazê Kurd bi sedema xemokî û bê hêvîbûn li jiyanê, dawyî bi jiyana xwe aniye.

Her di vê derheqê de, roja Şemî 12`ê Xezelwerê, serbazê Kurd yê bi navê “Berzan Nedîmî” kurê Mehmûd, xelkê gundê “Zêwe” a girêdayî bajarê Kamyaranê, bi sedema “ Arîşeyên malbatî” dawyî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa di 8`ê Cozerdana sala borî de, serbazê Kurd yê bi navê “Samran Beygzade” xelkê bajarê Pîranşahrê, di heyama pasevaniyî de û bi tivênga xwe, dawy bi jiyana xwe anî bû.