Serbazekî Hêza Întizamî hate kuştin

15:41 - 28 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Şerê di navbera Hêzên Întizamî û Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê de, kuştina serbazekî li pey xwe anî.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, serbazekî Hêza Întizamî yê bi navê “Hamid Mihemedî” xelkê bajarê Tevrêzê di şerê ku di bajarê Serdeştê de çê bibû hate kuştin.

Medyayên Hikûmeta Îranê ragehandine ku: “Ev serbazê Hêza Înitzamî di şer û pevçûnên di navbera hêzên partiyên Kurdî yên opozisyonên hikûmeta Îranê de hatiye kuştin”.

Ev şer û pevçûna roja Şemiyê 1`ê Hezîranê nêzîkî gundê “Selektan” a girêdayî bajarê Serdeştê qewimiye.

Ji aliyekî din ve, çavkaniyên haydar yên di bajarê Serdeştê de ev îdi`aya medyayên hikûmeta Îranê red kirine, û herwisa ragehandine ku: Desteyek ji çekdarên Hêzên Întizamî bi lixwekirina kincên Kurdî di derdora gundê “Selektan” de kolberên vî gundî dorpêç kiribûn, û dest bi ser kelûpelên wan de girtibûn, ku her di vê demê de jî çend kes ji endamên xwcihî yên Spaha Pasaran yên di bajarê Serdeştê de radigehînin ku hêzên partiyên Kurd yên opozisyona Îran, di deverê de hene.

Li gora gotina çavkaniyên haydar, “piştî ragehandina rapora endamên xwecihî yên Spaha Pasdaran, hêzên Sapaha Pasdaran ji bo deverê tên şandin, û piştî ku şer û pevçûn di navbera wan de çê dibe, hejmarek ji Hêzên Întizamî têne kuştin û birîndarkirin, û herwisa serbazên ku di vî şerî de birîndar bûne, bi hilîkoptêrê ji bo nexweşxaneya Îmam Xumêynî ya bajarê Urmiyê hatine veguhastin”.

Heyanî niha Hêzên Înitzamî û Spaha Pasdaran yên bajarê Serdeştê derheqê vê şerî de tu daxuyanek belav nekirine.