Serbazek Kurd Bi Awayek Neron Canê Xwe Ji Dest Da

12:51 - 20 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Serbazekî Kurd bi navê Resûl Seadet, xelkê Seqizê bi awayek ne ron canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajanansa Kurdpa li Seqizê, Resûd Seadet, temen 23 salî û akiniciyê gundê Qişlax Efxanan ya Seqizê bi awayek nediyar li Kirmaşanê canê xwe ji dest daye.

Heta belavbûna vê nûçeyê sedema ne term wî teslîmê malbata wî hatiye kirin û ne sedema kuştina wî ron bûye.

Her di vê pêwendiyê de û li çend mehên derbazbûyî de serbazek din yê Kurd bi awayek cihê gumanê û li cihê xizmeta serbazî canê xwe ji dest da û em dikarin îşare bi can ji destdana du serbazên din li bajarê Serqiz û Serdeştê jî bikin.