Serbarê êrîşên hêzên taybet ên Tirkiyê, gelê Kurd serî natewîne

20:21 - 13 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Serbarê vê ku hêzên taybet ên Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewla jinavbirina wan çekdaran didin ku di nav bajaran de şerê hêzên dewletê dikin, lê berxwedana Kurdan berdewam dike.

Li gora zanariyan li encama şer û pevçûnan de, li Qoserê 4 kesên medenî di nav wesayita xwe de bûne armanca êrîşa hêzên taybet ên Tirkiyê, û hatin kuştin.

Herwisa birîndarê bi navê Elçî ku li Cizîrê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Di encama gullebarana hêzên dewleta Tirkiyê de Weysî Elçî birîndar bibû, ku li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve, li taxên Nûr û Cûdî li Cizîrê pevçûn berdewam dikin, û sê kes ji aliyên polîsan ve hatin binçavkirin.

Li gora zanyariyan ji wan 12 kesên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê ve hatibûn kuştin, û her hemû jî medenî bûn, termê 5 kes ji wan ji nexweşxaneyê hate wergirtin, û di nav girseya gel d ebi axê hate spartin.