Şer û pevçûnên çekdarî li Serdeşt’ê de

15:52 - 2 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Nûçe û zaniyariyên berdest bas ji pevçûnên çekdarî li navbera hêzên ser bi Sipaha Pastaran û hêzên kurdî yên Opozîsyona hikûmeta Îranê dikin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva sêşemî, 1’ê îlona 2015’an, li deverên sînorî ên bajarê Serdeştê de şer li navbera hêzên Sipaha Pastaran û hêzên ser bi partiyên kurdî ên neyarê rejîmê de qewimiye.

Li vê derheqê de çavkaniyek haydar ragihand ku ew şer li demjimêr 8’ ê şevê de destpê kir û li destpêkê de dengê çend teqeyên kêm hatin û paşan hêzên sipaha Pastaran bi awayekî remekî dever dan ber top û xumpareyan.

Çavkaniyê herweha eva jî daye zanîn ku pevçûn li nizîk gundê “Sîsêr” a ser bi bajarokê Rebetê qewimiye. Herweha bas ji wê jî kiriye ku hikûmeta Îranê hêzek zaf bow ê deverê şandiye û dever bi tewahî mîlîtarîze kiriye.

Rûniştiyên wê deverê li vê baweriyê de ne ku ew hêz ser bi “Hizba Demokrat a Kurdistanê” ne.

Heta niha berpirsên PDK şerê han bi stû negirtine û tu rohnkirinek jî nedane.
Di sala 1385’an de, hejmarek ji endamên rêberiyê û kadr û pêşmerge ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê cuda bûn û nave Hizba Demokrat a Kurdistanê li xwe kirin ku heta niha jî ji aliyê PDKÎ ve bi fermî nehatine nasîn.

Midehê çend mehan e ku hêzên kurdî û bi taybet Paertiya Demokrat a Kurdistana Îranê dest bi liv û tevgerên leşkirî li ser sînoran kirine.

PDKÎ bi fermî binke û bargehên xwe li deverên sînorî ên Kêleşînê de danîne û pêşmergeyên wê li van deveran de mijûlê çalakiyan in.